Ji Wezîrê Tirk daxuyaniya krîza rûn…
PeyamaKurd – Li ser dîmenên ku welatî ji ber îhtimala zêdekirina nirxê rûn û peydenekirina wê, li ber marketên zîncîr ketine dorê û îzdiham çêkirine, Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê Vahît Kirişcî daxuyanî da.
Kirişci, li ser pirsa nebûna stoka rûnê gulberojê û hin cûreyan xurekan li Tirkiyê, ragihand ku “ew zanyariyên têne belavkirin ne rast in û tedbîrên pêwîst hatine wergirtin. Li welatê me stoka rûnê gulberojê têra xwe heye. Îtibarê li îdiayên bêbingeh nekin. Tiştekî ku bibe sedema endîşeyê nîne.”
Hêjayî gotinê ye, piştî zêdebûna nirxê dolar li beramber lîreyê Tirk û bi taybet jî piştî destpêkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê ku Tirkiye di serî de rûn û genim ji wan welatan dikire, ji tirsa peydenekirinê welatî li marketan ketin dorê û ew dîmen jî li ser medya civakî belav bûbûn.
Di demeke ku Tirkiye bixwe bi krîzeke kûr a aborî re rûbirû ye, rûdana şerê Ûkrayna-Rûsyayê jî bandoreke zêde li ser giranbûna vê krîzê çêdike ku xetên lojîstaka xurekan ketine metirsiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin