Ji Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê daxuyaniya PKK û Tirkiyê!

12 April 2021 18:35 0 dîtin
Ji Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê daxuyaniya PKK û Tirkiyê!

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di civîna rojnamevanî ya ligel parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw de, li ser pirsa derbarê şerê PKK û artêşa Tirk li nav xaka Herêma Kurdistanê got, “Cihê kêşeyan çareser bikin ne erda Herêma Kurdistanê ye.”

Ehmed li ser pirsa rojnamevanan a derbarê mijara PKK û Tirkiyê de bal kişand ser, “Mixabin ew herêmên navborî ji aliyê leşkerên Tirk û PKKê ve kirine herêmeke leşkerî. Me berê jî ji aliyan re gotiye pirgirêkên xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bixin. Erka me ew e ku em hewil bidin ziyan negihîje welatiyên Herêma Kurdistanê. Bi vê minasebetê em bang li her du aliyan dikin pirsgirêkên xwe li derveyê xaka me çareser bikin.”