Hikûmeta Kurdistanê bi du projeyan pirsgirêka avê li Silêmanî û Helebceyê çareser dike
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Silêmanî û Helebceyê du projeyê avê bi 6 milyon û 700 hezar dolaran bicih tîne û pirsgirêka kêmbûna avê li beşeke mezin a wan her du bajaran tê çareserkirin..
Rêveberê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê li Wezaretê Şarewanî û Geştûguzarê ya Hikûmeta Kurdistanê Endezyar Arî Ehmed li ser her du projeyan ragihand, projeya li Silêmaniyê bi navê (IQ-28 pak-4 lot 1) e, tê de boriyên 600mm di navbera Tasluce û xezana sereke ya avê li navenda bajarê Silêmanê têne kişandin.
Hat diyarkirin ku projeya li Helebceyê jî navê wê (IQ pak-4 lot 2) ye tê de tora avê ya du taxan tê guhertin û pirsgirêka kêmbûna avê tê çareserkirin.
Biryara her du proje dawiya vê mehê bi fermî dest pê bikin ku 6 milyon û 700 hezar dolar li wan tê xerckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin