Hikûmeta Kurdistanê li Çemçemalê bi danîna projeyekê pirsgirêka avê çareser dike

12 April 2022 17:53 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê li Çemçemalê bi danîna projeyekê pirsgirêka avê çareser dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi rizamendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî projeya ava Guptepe – Çemçemal tê bicihkirin ku zêdetirî 70 milyon Dolar ji bo projeyê tê xerckirin.

Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah, îro 12ê Nîsanê nivîsek pêşkeşî Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê kir.

Di nivîsê de hatiye diyarkirin, rizamendî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatiye wergirtin, ji bo xerckirina 70 milyon û 45 hezar Dolaran ji projeya ava Guptepe – Çemçemalê were bicihkirin.

Qeymeqamê Qezaya Çemçemalê jî daye xuyakirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiva daxwazên wan ên ji bo pêkanîna projeya avê Guptepe – Çemçemal daye û ev jî dibe sedema çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê Çemçemalê.

Çemçemal ji heft nehiyeyan pêk tê û li wir pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê heye û beşek ji taxên nehiyan di hefteyê de tenê carekê ava vexwarinê distînin ku bi vê projeyê re ew pirsgirêk tê çareserkirin.