Sanda hikûmeta Holandayê ji bo pêsxistina projeyan û îmzekirina protokolê li Kurdistanê ye

25 July 2021 13:17 0 dîtin
Sanda hikûmeta Holandayê ji bo pêsxistina projeyan û îmzekirina protokolê li Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Şandeke bilind a Holandayê serdana Herêma Kurdistanê kir. Biryare îro di navbera konsolxaneya Holanda û wezareta kiştûkal de protokolek bê îmze kirin û şanda Holandayê jî hefteyekî ji bo projeyan li herêma Kurdistanê bimîne.

Hatiye ragihandin ku wê îro bi amadebûna wezîra kiştûkal û çavkaniyên avê Bêgerd Talabanî û konsolê giştî yê Holandayê bi merasîmekê protokolek bê îmze kirin ku armanca wê pêşkeş kirina şêwirmendî, hewkarî û hemahengiya Holanda ya di warê pêşxistina pîşesaziya kiştûkal û girîngîdana zêdetir ji bo dabînkirina asayîşa xurak û avakirina derfetên kar, bazar û sûdwergirtina ji ezmûnên hilberînê yên projeyên pîşesaziya kiştûkalî û aşînabûna bi teknolojiya lez ya dahênanê bi rêya tîmeke şêwirmend û hunerî ve ye.

Herwiha biryare ev şanda fermî ya Holandayê hefteyekê li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê bimîne û serdana projeyên girîng û stratejîk bikin û tîmeke wezareta kiştûkal jî dê li gel wan be.