Hikûmeta Kurdistanê: Haya me ji radestkirina wî girtiyê rojhilatî nebûye
PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyek bo pêdeçûnê li ser dosyeya teslîmkirina girtiyê siyasî yê rojhilatî Mistefa Selîmî hatiye pêkanîn.
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil li ser mijara teslîmkirina girtiyê Rojhilatî Mistefa Selîmî ji aliyê asayişa bajarokê Pêncwên yê Başûrê Kurdistanê ve daxuyaniyek da.
Cotyar Adil di daxuyaniyê de gotiye, haya hikûmeta Kurdistanê ji wê meselê nîne û eger tiştekî wisa hatibe kirin jî, bêyî hikûmetê hatiye kirin.
Berdevkê hikûmetê daye zanîn, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyek bo lêkolînkirin li ser wê mijarê hatiye pêkanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin