Hikûmeta Kurdistanê: Haya me ji civîna kesayetî û sêxên esîrên Iraqî tunebû
PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir, haya wan ji civîna wan kesayetî û şêxên eşîrên Iraqî tunebû ku daxwaz kiribûn Iraq pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re normal bike.
Do li Hewlêrê derdora 300 kesayetî, rewşenbîr, mezin û şêxên Ereb yên Iraqî, civînek pêk anîn. Di civînê de daxwaz ji Iraqê kirin, mîna welatên Erebî pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re baş û normal bike.
Hikûmeta Iraqê, li ser wê yekê daxuyaniyek da û bi tundî red kir û destnîşan kir, ew civîn ne qanûnî ye û normalkirina pêwendiyan bi Îsraîl re jî li dijî Destûr û siyaseta Iraqê ye.
Li ser vê yekê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û eşkere kir, haya wan ji wê civînê nebûye û ew tiştên ku di civînê de hatine gotin û daxwazkirin jî ne helwesta Hikûmeta Kurdistanê ye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, wê tedbîr û rêkarên pêwîst li hember organîzekirina wê civînê bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin