Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya civîna kabîneyê: Proseya reforman berdewam dike
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 7ê Nîsanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya asayî pêk anî.
Piştî civînê hikûmeta Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi pesendkirina yasaya budceya federal a ji bo sala 2021ê, destxweşî li tîma danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku erkê xwe bi başî bi cih anîne, herwiha destnîşan kir ku heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya federalî de, mafekî destûrî û rewa yê Herêma Kurdistanê ye, tekez jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî birgeyên yasaya budceyê ye û ji hikûmeta federal a Iraqê daxwaz kir ku pabendiyên xwe li hember Herêma Kurdistanê cîbicî bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di proseya reform û xebata ji bo zêdekirina dahat û kêmkirina xerciyan de berdewam dibe bi arasteya dabînkirina mûçeyên mûçexurên şayeste û pêşvebirina rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê.
Piştre di birgeya yekem a civînê de, Cîgirê Serokwezîr û Serokê Şanda Danûstankar a Hikûmeta Herêmê ligel Hikûmeta Federal Qubad Talabanî, kurteyek derbarê gotûbêjên xwe yên li Bexdayê pêşkêş kir, tevî pesndana endamên şandê, herwiha destnîşan kir ku pêwîst e her du hikûmetên Federal û Herêmê, pabend bin bi wan rênimayên ku dê piştre derbiçin ji bo cîbicîkirina yasaya budceya 2021ê.
Qubad Talabanî got: “Di gotûbêjên me de ligel parlamento û hikûmet û aliyên Iraqî, me tekezî li ser pabendbûna bi destûrê kiriye ji bo bidestxistina maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê.”
Di birgeya duyem a civînê de, Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd raportek derbarê amadekariyên herî dawî yên li ser reşnivîsa yekem a yasaya budceya Herêma Kurdistanê bo sala darayî ya 2021ê pêşkêş kir. Herwiha tekez kir ku ji bo amadekariyan gavên baş avêtine û di demeke nêz de projeyasa dê amade be.
Di dawiya civînê de li ser rewşa tendirustiya Herêma Kurdistanê û çawaniya rûbirûbûna belavbûna zêdetir a vîrusa Koronayê gotûbêj hat kirin. Encûmena Wezîran ji welatiyan daxwaz dike ku pabendî rênimayan bibin, da ku rêjeya pêketina bi vîrusê kêm bibe, ji ber ku niha hejmara pêketiyan di zêdebûnê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin