Hikûmeta Kurdistanê li ser rêkeftina bi Bexdayê re dicive

16 August 2020 21:49 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê li ser rêkeftina bi Bexdayê re dicive

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sibe 17ê Tebaxê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo gotûbêjkirina mijara mûçe û rêkeftina li gel Bexdayê, dicive.

Li gorî zanyariyan wê di civînê de mijarên rewşa darayî ya niha ya Herêma Kurdistanê, mûçe û encamên pêvajoya gotûbêjên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê û rêkeftina li gel Bexdayê dê werin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî pêwendiya ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandibû ku li ser çend pêngavên sereke ji bo çareserkirina kêşeyan li hev kirine.

Herwiha biryar hat dayîn ku, li gor rewşa darayî ya Iraqê, di demeke nêz de bi qasî 320 milyar dînar (nêzîkî 268 milyon dolar) weke beşeke mûçeyan, ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê were şandin.