‘Tirsa Hikûmeta Kurdistanê ji bicihanîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nîne’

23 December 2019 01:43 0 dîtin
‘Tirsa Hikûmeta Kurdistanê ji bicihanîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nîne’

PeyamaKurd – Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Meirûf, ragihand ku ti tirsa Hikumeta Herêmê ji rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin nîne û wê ew rêkeftin di sala 2020an de were bicihanîn.

Li ser rewşa nediyar a Iraqê û guhertina kabîneya hikûmeta Bexdayê bi taybet li Herêma Kurdistanê li ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê budçeya sala 2020an xem û fikarên li ser wê rêkeftinê têne gengeşekirin.

Li gorî şîrovekarên siyasî û pisporên yasayan rêkeftina Herêma Kurdistanê ligel hikumeta Iraqê di çarçoveya budceya hikumeta Federal de ye û bo sala 2020an e ku ew rêkeftin jî xwedî çarçoveyeke yasayî.

Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Meirûf ev yek anî ziman û got ku ti tirsa Hikumeta Herêmê ji rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin nîne û wê ew rêkeftin di sala 2020an de were bicihanîn.