Hikûmeta Kurdistanê ji sanda iraqî re amadebûna xwe bo bicihanîna yasaya budçeyê nîsan da
PeyamaKurd - Şandeke aborî ya Iraqê îro Sêşemê serdana herêma Kurdistanê kir û bi wezîrê darayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî re civiya.
Hat ragihandin ku şanda Iraqê ya bi serokatiya bi serokatiya rêveberê banka Iraqê ya bazirganiyê (TBI) Salim Cewad Ebdulhadî pêk dihat, îro 15ê Hezîranê li Hewlêrê ji aliyê wezîrê darayî û aborî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî ve hat pêşwazîkirin.
Di civîna ku Amanc Rehîm û Ebdulhekîm Xesro jî tê de amade bûn, Awat Cenab Nûrî amadebûna temam a hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo bicihanîna pêbendiyan di madeyên yasaya budçeya Iraqê de nîşan da.
Herwiha di civînê de, bicihkirina madeya 11 ya di yasaya budçeya 2021ê ya Iraqê de bo diyarkirina mekanîzmayekê ji bo çareserkirin û dayîna deynên TBI ên li ser hikûmeta herêma Kurdistanê jî hat gotûbêj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin