Ebu El-Xeyt: Ji bicihanîna rêkeftina Hewlêr-Bexdayê hikûmeta federal berpirs e
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt di serdana xwe ya Kurdistanê ragihand ku Komkara Erebî piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dike û got, bicihkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya yasaya budceyê di bin berpirsiyariya Hikûmeta Federalî ya Iraqê de ye.
Ehmed Ebû El-Xeyt piştî hevdîtinên xwe yên îro 11ê Nîsanê ligel Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxuyanî dan medya Kurdistanê.
El-Xeyt got, “Komkara Erebî destêwerdanê di karûbarên welatên endam de nake, lê ligel wê jî, em girîngiyê didin Iraqa federal ku pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bihêz bikin.”
Li ser mijara rêkeftina budceya sala 2021an a Iraqê Ebû El-Xeyt diyar kir: “Em dilxweş in ku rêkeftin derbarê budceyê de hate kirin. Di vê serdana min bo Bexdayê de min hesta berpirsatiyê li cem berpirsên Hikûmeta Federalî dît di çarçoveya dewleta federal de piştgîriya Herêma Kurdistanê bikin.”
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî da xuyakirin, “Iraq li cem Komkara Erebî gelekî girîng e, ji ber ku ew yek ji damezirênerên Komkara Erebî ye. Em piştevaniya Iraqê dikin û di wê çarçoveyê de jî piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin