Kremlînê angasta DYA ya 'li fezayê bicihkirina çekên kîmyewî' red kir
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, bertek nîşanî rewşa alarmê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji ber angaşta ku 'wê Rûsya çekên nukleerî li fezayê bi cih bike' da û vê angaştê weke 'Derewa nû ya Qesra Spî' bi nav kir.
Komîteya Sixuriya Civata Nûneran a DYAyê angaştibû ku Rûsya, çekên nukleerî li fezayê bi cih dike û gotibû "Ev yek ji bo ewlehiya neteweyî ya DYAyê gefeke ciddî ye" Komîteyê her wiha ji Serok Joe Biden xwestibû ku di derbarê vê geşedanê de raya giştî agahdar bike.
Peskov di derbarê angaşta DYAyê pirsên rojnamevanan bersivand û got ku ew bi tu awayî nikarin li ser vê mijarê şîrove bikin û pêşniyaz kir ku li benda civîna çapemeniyê ya ku wê îro Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê DYAyê Jake Sullivan pêk bîne, bisekinin.
Peskov got: "Diyar dibe ku Qesra Spî, bi nûçeyên sexte Kongreyê bêçar kiriye ku pêşnûmaya alîkariya darayî ya ji bo tekoşîna li dijî Rûsyayê têxe rojevê" û anî ziman ku ew meraq dikin wê Qesra Spî bi çi "derewan" bi ser bikeve.
Hate ragihandin ku di derbarê vê mijarê de wê ji aliyê Komîteya Sixuriya Civata Nûneran a DYAyê ve li Kongreyê civîneke girtî bê lidarxistin.
Serokê Komîteya Îstîxbaratê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê Mike Turner got: "DYA bi gefeke ciddî ya ewlehiya neteweyî re rû bi rû ye û divê Serok Joe Biden di derbarê vê mijarê de hemû agahî û belgeyan bi Kongreyê re parve bike.
Turner di nameya ku ji endamên Kongreyê re şandiye de destnîşan kiriye ku ev gefa hanê, di derbarê kapasîteyeke leşkerî ya bêaramker a biyanî de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin