Hisyariya balkês a çekên atomî ji Îngilîstanê: Metirsî zêde dibe!
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îngilîstanê Grant Shapps diyar kir ku her çendî piştî bidawîbûna şerê sar metirsiya bikaranîna çekên nukleerî di dema borî de maye jî, îro dîsa ketiye rojevê.
Wezîrê Parastinê yê Îngilîstanê Grant Shapps têkildarî rojevê nirxandin kirin.
Shapps da zanîn ku her çendî piştî bidawîbûna şerê sar metirsiya bikaranîna çekên nukleerî di dema borî de mabe jî, îro dîsa ketiye rojevê û bilind dibe.
Shapps diyar kir ku Rûsya di vê mijarê de daxuyaniyên "bêhiş" dide û got, "Hewl dide rê li ber alîkariyên welatên din ên Ukraynayê bigire."
Shapps got, "niha lîstikvanên nû tevlî hêzên nukleerî bûne," û da zanîn, Çîn, Koreya Bakur û Îran cebilxaneyên xwe yên nukleerî zêde kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin