Ji NATOyê ji bo Îran û Koreya Bakur hisyariya çekên atomî
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, hişyarî da Îran û Koreya Bakur ku mijulî berfirekirin û pêşxistina bernameya atomî ne.
Stoltenberg, di 18emîn konferansa salane ya “Kontrolkirina Cebilxane û Pêşîgirtina Berfirehtirbûna Çekên Kuştina bi Kom” de, hişdarî da ku Îran û Koreya Bakûr mijûlî pêşxistin û berfirehtirkirina bernameyên xwe yên atomî û moşekî ne.
Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî, beriya niha ragihandibû ku Îranê bi awayekî metirsîdar asta meyandina Uranyûmê zêde kiriye.
Herî dawî di Lûtkeya G7an de hatibû ragihandin ku nabe Îran bibe xwediyê çekên atomî û daxwaz ji Îranê hate kirin, sozên xwe yên derbarê mijarê de bicih werîne û û şandina dronan bo Rûsyayê jî rawestîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin