Japonyayê hisyariya Koreya Bakur da! Bi 'koda acîl' hat ragihandin!
PeyamaKurd – Ofîsa Serokwezîrê Japonê daxuyaniyeke kodkirî ya awarte da û ragihand ku Koreya Bakur moşekek balîstîk avêtiye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Japonyayê ve bi sernavê "Hişyariya lezgîn" hat dayîn de hat diyarkirin ku rêveberiya Pyongyangê "bi eşkere" moşeka balîstîk avêtiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku moşeka balîstîk ketiye avên derveyî herêma aborî ya taybet a Japonyayê.
Koreya Bakur berê jî moşekên balîstîk avêtine di çarçoveya kêşeyên xwe yên bi Koreya Başûr, Amerîka û Japonyayê re.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin