Koreya Bakur mosekeke balîstîk a navparzemînî avêt Behra Japonyayê

31 October 2024 16:00 0 dîtin
Koreya Bakur mosekeke balîstîk a navparzemînî avêt Behra Japonyayê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Koreya Bakur moşekeke balîstîk a navparzemînî (ICBM) avêtiye Behra Japonyayê (Derya Rojhilat).

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA), rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un ragihand ku welatê wî ICBM ceribandiye.

Kim Jong-Un bal kişand ku moşeka ku ber bi Deryaya Japonyayê ve hatiye avêtin “tomarên herî dawîn ên li ser şiyana mûşekên stratejîk ên welêt nûjen dike û nûjenî û pêbaweriya hêza pêşîgirtina stratejîk a cîhanê destnîşan dike.”

Jong-Un gotiye, “Pêşxistina ceribandinê navgîneke dijber e li dijî wan hevrikên ku di van demên dawî de bi zanebûn tansiyonê rewşa herêmê zêde kirine û gefê li ewlekariya komara me dixwin.”

Her wiha wî tekez kiriye ku welatê wî “tu carî xeta xwe ya bihêzkirina hêzên xwe yên nukleerî naguherîne.”