Koreya Bakur pêsandana mosekeke balîstîk a herî bi hêz kir
PeyamaKurd – Koreya Bakur pêşandana moşekeke balîstîk, ku ji bin deryayê ber bi armancê tê avêtin kir.
Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakur, ji bo bidawîbûna kongreya partiya desthilatdar, Koreya Bakur pêşandaneke serbazî li dar xist.
Ajansa nûçeyan a fermî belav kiriye; ew moşeka balîstîk moşeka herî bi hêz a stratejîk e, ku ji bin deryayê tê avêtin.
Pêşandan, bi amadebûna Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un birêve çû.
Kongreya Heştem a Partiya Karkeran a desthilatdar a li Koreya Bakur, 8 roj berdewam bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin