Trump dê 12 hezîranê bi lîderê Koreya Bakur re bicive
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump îşev di daxuyaniyekê de aşkere kir ku ew dê bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re hevdîtinê bike.
Donald Trump ragihand ku ew dê di 12ê Hezîranê de li gel Kim Jong-un bicive.
Pêştir û berî çend rojan Trump ji nişka ve ragihandibû ku civîna wî û Serokê Koreya Bakur nayê kirin û hatiye paşxistin.
Pêştir hatibû gotin, ku li gorî bernameya diyarkirî hevdîtina navbera Trump û Kim Jong-un roja 12ê Hezîranê û li welatê Singapourê were encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin