Koreya Bakur doza astiyê li Trump dike

07 May 2018 01:17 0 dîtin
Koreya Bakur doza astiyê li Trump dike

PeyamaKurd - Koreya Bakur ragihand ku Amerîka divê dest ji zext û tehdîdên eskerî yên dijî Koreya Bakur bikişîne.

Li gorî nûçeya Yonhapê, rayedarekî ji Wezareta Karên Derva ya Koreya Bakur di hevpeyvîna xwe ya ligel Ajansa Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) da diyar kir ku zext û tehdîdên Amerîkayê wê bi kêrî çareserkirina kêşeya bernameya nukleerî neyên.

Rayedarê navborî îdîa kir ku di maweyeke ku li Nîvgirava Koreyê ji bo aştî û lihevkirinê gav tên avêtin da Amerîka mexsûs hewl dide ku Koreya Bakur tûj bike.

Rayedar diyar kir ku Amerîka raya giştî dixapîne û wiha got, "Amerîka dixwaze wer nîşan bide ku niyeta Koreya Bakur a safîkirina çekên nukleerî di encama zext û astengkirinan da pêk hatiye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya serê gulanê de diyar kiribû, dibe ku ew li Mala Aştiyê ya li ser sînorê Koreya Bakur û Koreya Başûr ligel Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un rûnê.