Trump sefera Pompeo ya bo Koreya Bakur betal kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo Koreya Bakur betal kir.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku “Min ji Pompeo daxwaz kir ku neçe Koreya Bakur, lewra niha em wisa hîs dikin ku pêşveçûna pêwîst a li ser paqijkirina nîvgirava Koreyê ji çekên atomî pêk nehatiye”.
Trump sedema pêşneketinê vedigerîne wê yekê ku helwesteke tund a bazirganiyê ya Amerîkayê li hember Çînê heye û ji ber vê yekê jî Çîn ji bo paqijkirina Koreya Bakur ji çekên atomî alîkarî nake.
Serokê Amerîkayê herwiha ragihandiye ku li bendê ye di siberojeke nêz de û piştî çareserkirina mijara bazirganiya navbera Amerîka û Çînê, Mike Pompeo serdana Koreya Bakur bike.
Trump di tweeta xwe ya dawî de nivîsandiye ku dixwaze rêz û silavên xwe yên herî germ bişîne Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un û hêvî dike ku di demeke nêz de wî bibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin