Trump, pistgirî da Serokê Koreya Bakur

23 February 2023 17:30 0 dîtin
Trump, pistgirî da Serokê Koreya Bakur

PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Trump, rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un parast û diyar kir ku ew rast e ku ji tetbîqatên leşkerî yên Amerîkayê yên li Koreya Başûr hest bi metirsiyê kiriye.

Donald Trump, li ser zêdebûna rageşiya li deryaya başûrê Çînê û ceribandinên moşekî yên Koreya Bakur, hin nirxandin kirin.

Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî ya bi navê Truth Sosyal parve kir û destnîşan kir ku dema ku ew li ser kar bû, bi rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un re di nav têkiliyek nêzîk de bû û wiha got,

"Rêberê Koreya Bakur Kim ku min di salên xwe yên serokatiyê da gelek baş ew nas kir û bi wî re li hev kir, ne kêfxweş e ku Amerîka û Koreya Başûr bi hev re rahênan û tetbîqatên asîmanî yên mezin dikin."

Donald Trump bal kişand ku Pyongyang rast e ku mirov xwe di xetereyê da hîs dike û wiha got: "Ew xwe di bin gefan de hîs dike. Ji bo em van tetbîqatên gelek buha û provokatîf bikin, Koreya Başûr gelek hindik pereyan dide. Ev bi rasî jî rewşeke pêkenînê ye.”