Xwiska Serokê Koreya Bakur gef li Koreya Basûr xwar

13 October 2024 12:32 0 dîtin
Xwiska Serokê Koreya Bakur gef li Koreya Basûr xwar

PeyamaKurd – Xwişka Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un, Kim Yo-Jong ku bi xwe Cîgira Serokê Partiya Karkerên Koreya Bakur e, li dijî Koreya Başûr daxuyaniyeke gefxwarinê belav kir.

Jo-Jong, bal kişandiye ser ku demên dawî Koreya Başûr bi navgînên asmanî belavokên propagandayê bi ser Koreya Bakur de dişîne û hişyarî da.

Li ser navgînên asmanî yên li Pyongyangê hatine dîtin Yo-Jong got, ger berdewam bike ew dê felaketê bi xwe re werîne û gef li Koreya Başûr xwar.

Herwiha Yo-Jong, şandina belavokên propangdayê wekî provokasyoneke mezin û binpêkirina serweriyê bi nav kir.