Serokê Koreya Bakur besek ji desthilatên xwe radestî xwiska xwe kir
PeyamaKurd – Serokê Koreya Bakur beşek ji desthilatên xwe da xwişka xwe ya biçûk Kim Jong-un û şêwirmendên nêzîkên xwe, da ku serpereştîkirina karûbarê dewletê bikin.
Li gor Ajansa (NIS) ya Koreya Başûr belav kir, Ajansa Hewalgiriya Koreya Bakur di civîneke girtî de li pêş civaka niştimanî ragihand, Kim Jong-un niha Cîgirê yekem ê Birêveberê Lîjneya Navendî ya Partiya Karkerên desthilatdar e, ew li gor wê desthilata pê hatiye dayîn karûbarê dewletê bi awayekî giştî bi rê ve dibe.
Ajansê da zanîn, desthilata Kim Jong-un hîn jî heye, lê belê beşek ji wan desthilatan da kesên din, ev nayê mana ku cîhnişîniya xwe destnîşan kiriye.
Xwişka Kim, beşa herî zede yê desthilatê girtiye destê xwe, lê belê ew ne bi tenê ye, Bak Bong Ju Cîgirê Serokê Lîjneya Karûbarê Dewletê wergirtiye, herwiha Kim Dok Hon, desthilatê Karubarê Kerta Aborî wergirtiye. Kim Jong-un raspardiye bo ku siyasetên pêwîst bi Koreya Başûr û Amerîka û pirsên giştî yên din bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin