Hisyariya 'Ragihandina ser' ji Koreya Bakur ji Amerîkayê re!
PeyamaKurd – Rêvebiriya Pyongyangê ragihand, berdewamkirina kiryarên dijminane yên Amerîkayê yên li Nîvgirava Koreyê wê weke "ragihandina şer" bê dîtin.
Serokê Daîreya Karûbarên Amerîkayê ya Wezareta Karên Derve ya Koreya Bakur Kwon Jong-gun, tetbîqatên leşkerî yên Amerîkayê yên bi Koreya Başûr re wek "çalakiyên dijminane" bi nav kir û got, dewamkirina wan wê wek "ragihandina şer" bê nirxandin.
Kwon di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir, tekane rêya pêşîgirtina li rageşiya eskerî ya li Nîvgirava Koreyê ew e ku Amerîka dev ji şandina malên stratejîk ên Koreya Başûr berde û tetbîqatên li herêmê bi dawî bîne.
Kwon, tetbîqatên leşkerî yên Amerîka û Koreya Başûr şermezar kir û got, "Divê Amerîka ji bîr neke, eger li gel hişyariyê çend caran jî kiryarên xwe yên dijminatî û provokatîf bidomîne, dibe ku Koreya Bakur wê wek 'daxuyaniya şer' binirxîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin