Lavrov: Em ji bo jiyana asayî, li Qerebaxê dixebitin

03 October 2023 14:30 0 dîtin
Lavrov: Em ji bo jiyana asayî, li Qerebaxê dixebitin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, di civîna ku li Soçiyê hat rêvebirin de diyar kir ku ew bi hevkar û cîranên xwe yên Azerbaycanê re dixebitin ku şert û mercên ji nû ve destpêkirina jiyana asayî li Qerebaxê biafirînin.

Sergey Lavrov, di çarçoveya Civîna salane ya Kulûba Gotûbêja Navneteweyî ya Valdayê ku li Soçiyê tê lidarxistin de li ser rewşa herêma Qerebaxê ya Azerbaycanê pirsên rojnamevanan bersivandin.

Lavrov diyar kir ku xebatên li Qerebaxê dewam dikin û got, "Em bi hevkar û cîranên xwe yên Azerbaycanê re dixebitin ku rewşa li Qerebaxê aram bikin, baweriyê li wir xurt bikin û ji bo ku Azerî û Ermen jiyana hevpar bidomînin, em şert û mercan ava bikin. Ez hêvî dikim ku Êrîvan jî di vê mijarê de cih bigire. Ew eleqedar e û ji bo vê yekê hewil dide." 

Sergey Lavrov îdiayên ku dibêjin ‘Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin bi peymana ku di sala 2020î de şer bi dawî dike, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan mecbûr kiriye ku Qerebaxê bide Azerbaycanê’ derewand û got ku

“Paşînyan bi xwe belgeya ji bo naskirina Qerebaxê wekî axa Azerbaycanê li Ewropayê destnîşan kir.