Lavrov: Çavdêriya Tirk nakeve Qerebaxê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser agirbesta Qerebaxê û avakirina navenda çavdêriyê ya Rûs-Tirk got ku wê çavdêrên tirk nekevin Qerebaxê.
Lavrov, li ser protokola lihevkirinê ya navbera Rûsya û Tirkiyê bo agirbesta Qerebaxê da xuyakirin, wê navenda çavdêriya Tirk tenê bi balafirên bêmirov ji dûr ve çavdêriyê bike û aliyên ku agirbestê binpê bikin bi rêya teknolojiyê bişopîne.
Lavrov berevajî daxuyaniyên Tirkiyê ku dibêjin, wê hêzên tirk jî ligel hêzên rûsî li Qerebaxê cî bigirin got ku bi awayekî zelal di lihevkirinê de cî digire ku wê hêzên çavdêriya tirk li ser xaka Azerbaycanê bin û kordînatên wan jî sînordarkirî bin, ango wê dûrî qadên şer ên Qerebaxê bin.
Doh jî Kremlînê bi daxuyaniyekê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derewandibû û ragihandibû ku hêzên tirk wê tenê li Azerbaycanê werin bicihkirin, ne li Qerebaxê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin