Lavrov: Bi qasî 2 hezar çekdarên kirêkirî di serê Qerebaxê de cî digirin

04 November 2020 20:38 0 dîtin
Lavrov: Bi qasî 2 hezar çekdarên kirêkirî di serê Qerebaxê de cî digirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser şerê Azerbaycan-Ermenistanê yê Qerebaxê ji rojnameya rûsî Kommersantê re axivî.

Lavrov li ser pirsa veguhestina çekdaran ji Rojhilata Navîn bo Qerebaxê metirsiya xwe aniye ziman û gotiye, Li gorî daneyên berdest, heta niha bi qasî 2 hezar çekdar bo Qerebaşê hatine veguhestin û me ji bo rêgiriya vê yekê bang li lîstikvanên navdewletî kiriye.”

Lavrov daye xuyakirin ku li ser vê mijarê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, 27ê Cotmehê di pêwendiya telefonî de ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gotiye û daxwaza danûstandinên berdewam kiriye.