Ajansa Turkiyê : Hîzbulah hezar û 500 çekdarên xwe ji Sûriyê vekisand
PeyamaKurd - Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê ku agahiyan dispêre çavkaniyên herêmê, Hizbulaha Libnanê di nav du hefteyên dawî de gazî nêzikî hezar û 500 endamên xwe yên di nav artêşa Sûriyeyê de kiriye.
Hat ragihandin di du hefteyên dawî de çekdarên Hîzbulahê yên di nav artêşa Sûriyeyê de ji Heleb û Îdlibê vekişiyane û bi ser parêzgeha Himisê de derbasî Libnanê bûne.
Li gor heman çavkaniyê hatiye ragihandin ku li cihên ku cekdarên Hizbulahê jê vekişiyane grûpên ser bi Îranê ve li şûna wan hatine bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin