Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî: Wê Îran 6 hezar santrifujên nûh ava bike

29 November 2024 21:47 0 dîtin
Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî: Wê Îran 6 hezar santrifujên nûh ava bike

PeyamaKurd -  Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî ragihand ku Îran seredana wan kiriye da di tesîsên xwe yên nuklerî yên Fordo û Natnazê de 6 hezar santrifujên nûh ava bike.

Serokê Ajansa Atomî ya navdewletî Grossi gotibû ku divê Îran miqdarê stoka ûranyûma dewlemendkirî zêde neke.

Îran, daxwaznama xwe ya avakirina 6 hezar santrifujên nû dabû Ajansa Atomî. Nûnjeniya santrifujên ku di pêvajoyê de bikarbînin, ji bo dewlemendkirina Ûrnayûmê û di nisbeta zêdekirina hilberînê de, gelek girîng e.

Serokê ajansê Rafael Mariano Grossi, di 14ê Sermawezê de seredana Tehranê kiribû û ji Îranê re gotibû ku stoka ûranyûma ku %60 dewlemend kirine ji wê wextê û pê de rawestînin û daxwaz ji aliyê Îranê de hatibû qebûlkirin.

Piştî vê pêşdeçûnê, di 21 ê Sermawezê de di civîna rêvebiriya ajansê de, di rexneyên ku DYA, Almanya, Îngîltere û Fransa kiribûn, rexneyên wan hitibûn qebûlkirin.