Netanyahu: Ajansa Atomî bi awayekî bêbandor li ser çalakiyên atomî yên Îranê tevdigere

05 June 2023 10:30 0 dîtin
Netanyahu: Ajansa Atomî bi awayekî bêbandor li ser çalakiyên atomî yên Îranê tevdigere

PeyamaKurd Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) tawanbar kir ku bi awayekî bêbandor li ser çalakiyên atomî yên Îranê tevdigere û diyar kir, metirsî heye ku siyaset tevlî karê wê bibe û êdî nikaribe karê xwe bike.

Li gor zanyariyan, rexneya ne asayî ya Netanyahu piştî raporta IAEA ya hefteya borî ku gotibû Îranê bersiveke têr li ser bûyereka gumanbar li dor uranyumê da hat û hin alavên çavdêriyê ji nû ve danîn ku li gorî peymana navokî ya 2015an a ku niha ji kar ketî hatibûn danîn.

Weke tê zanîn, di demekê de ku Îranê Uranyûma 60% petandî ku têra du bombeyên atomî dike dewlemend kiriye, eger hîn zêdetir were çakirin, Îsraîlê gefên xwe duqat zêde kirine ku wê êrişên leşkerî yên pêşwext bike, eger dîplomasiya navneteweyî têk biçe.

Netanyahu di gotareke televizyonî de ji kabîneya xwe re da zanîn: "Îran berdewam derewan li Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî dike. Xweradestkirina ajansê li hember fişarên Îranê lekeyek reş e di tomara wê de. Eger IAEA bibe rêxistineke siyasî, wê demê çalakiya wê ya çavdêriyê li Îranê bê wate ye, herwiha wê raportên wê yên li ser çalakiya atomî ya Îranê jî bê wate bin."