Rêveberiya Îranê û Ajansa Atomî li ser berdewamkirina hevkariyê li hev kir

05 March 2023 18:03 0 dîtin
Rêveberiya Îranê û Ajansa Atomî li ser berdewamkirina hevkariyê li hev kir

PeyamaKurd – Serokê Ajansa Atomî ya Navdewletî (UAEA) Rafael Mariano Grossi, serdana paytexta Îranê Tehranê kir û bi Serokomar Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emir Ebdullehyan û Serokê Enerjiya Atomî ya Îranê Muhammed Îslamî re civiya.

 Rafael Mariano Grossi, piştî hevdîtinên li Tehranê ragihand ku hîn kamera û alavên pîvandina online yên bo kontrolên li ser çalakiyên nukleerî yên Îranê naxebitin û eşkere kir, wan li ser çalak kirina wan sîstemên kontrolkirinê li hev kiriye.

Hat diyarkirin ku li ser 3 mijaran lihevkirin çêbûye ku rayedarên Îranê jî gotine, ew dê di mijara xebatên nukleerî de, li gorî berpirsiyariyên xwe tevbigerin.

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê UAEAyê raporeke lêkolîna li ser dewelendkirina ûranyûmê ya Îranê belav kiribû û tê de ragihandibû ku Îranê rêjeya meyandina ûranyûmê zêde kiriye û gihîştiye ji sedî 84.3 ku ji sedî 90 tê wateya bikare çekên atomî çêbike. Di serî de Amerîka û welatên Rojavayê li ser vî karê Îranê bertekên tund nîşan dabûn.