WSJ: Îranê hewl da ku bi dizîya belgeyên Ajansa Atomî çekên nukleerî bipês bixe

26 May 2022 21:05 0 dîtin
WSJ: Îranê hewl da ku bi dizîya belgeyên Ajansa Atomî çekên nukleerî bipês bixe

PeyamaKurd – Rojnameya The Wall Street Journal (WSJ) ya Amerîkî ragihand ku Îran ketiye nav hewla dizîya belge û arşîvên Ajansa Atomî ya Navnetewî (UAEA) ji bo ku çekên nukleerî bipêş bixe.

Li gorî nûçeya WSJê rejîma Îranê xwe gihandiye belgeyên nepen ên UAEAyê daku ji wan sûdê werbigire û çekên nukleerî bipêş bixe.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennet jî ev karê rêveberiya Îranê wekî xapandina Ajansa Atomî û cîhanê bi nav kir û got: “Ev zengilê hişyariyê ye ji bo cîhanê.”

Herwiha Bennet diyar kiriye ku ew hewldana xapandinê ya Îranê delîleke din a ku Îran hewl dide çekên nukleerî bi dest bîne ye.