Îranê rapora Ajansa Atomî red kir, Amerîka jî dibêje hindik maye çekên atomî çêkin!
PeyamaKurd - Li demeke ku di hevdîtinên Vîyaneyê yên vegera li Peymana Nukleerî de behsa pêşveçûnan tê kirin de, Îranê daxuyaniya Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî red kir û diyar kir, “Ew helwest dikare bibe astengî li hember alîkariyên di navbera Îran û Ajansê de.”
Li aliyê din Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî îro 8ê Hezîranê ragihand, heger rewş wiha biçe Îran tenê di nava çend heftiyan de dikare çekên atomî çêbike ku heta niha jî nediyar e ka Îran amade ye gavên pêwîst bavêje û vegere nav pabendiyên xwe bi rêkeftina etomê yan na?
Rêveberê Ajansa Navdewlêtî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi doh 7ê Hezîranê di civîna Encûmena Dadwerî de gotibû, wî ji dadweran re gotiye ku heya niha jî Îranê bersiva pirsên Ajansê derbarê hebûna şopa uranyûmê li bingeheke veşartî de nedaye. Herwiha di derbarê cihekî din yê çalakiyên nehênî yên Atomî de zanyarî nedane ajansê û dabû zanîn, “Îran gelekî nêzîkî bidestxistina uraniyuma pêwîst ji bo çêkirina çekên atomî bûye.”
Balyozê Îranê li rêxistinên navdewletî yên li Viyennayê Kazim Xerîbabadî, li ser daxuyaniya Rêveberê Ajansa Navdewletî Kazim Xerîbabadî got: “Helwestên vê dawiyê yên Rêveberê Ajansa Enerjiya Atomî nîşana nerîna yekalî ya sekretariya wê ajansê ye li hember alîkariyên li gel Îranê û nedîtina asta wan alîkariyan û têkilîyên du alî ne.”
Nûnerê Îranê li ser rapora Ajansa Enerjiya Atomî ya derbarê bersiv nedayîna Îranê de got: “Ew rapor ne cihê baweriyê ye, ji ber pişta xwe bi çavkaniyên bawerpêkirî girê nedaye.”
Xerîbabadî destnîşan kir: “Divê ajans ji her cûre karên siyasî dûr bikeve û helwesteke zelal li hember gefên atomî yên rejîma siyonîst a Îsraîlê û mana vê rejîmê li derveyî peymana rêgirtin li belavkirinê (çekên atomî) û dijatiya wê ya berdewam li hember xistina tevahiya çalakî û saziyên atomî yên xwe di jêr çavdêriya ajansê de, nîşan bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin