Îran: Em ê bersiva Ajansa Atomî (UAEA) bidin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Emîr Abdullahiyan, li ser biryara Ajansa Atoma Nukleerî ya Navdewletî (UAEA) got ku biryara ajansê ya siyasiye û wê bersiva wê bidin. Abdullahiyan daxwuyaniya xwe li Tehranê di civîna ku bi wezîrê karên derve yê Ummanê bi Bedr Bin Hamed el-Busaîdî re dikir de, da. Abdullahiyan weha got:
“Em rexneyê li biryara Ajansê dikin, biryar siyasiye û em ê di çarçoveya hûqûqê de bersiva Ajansa Atoma Nukleerî ya Navdewletî bidin. Biryara hatiye dayîn ya kontrola tesîsên nukleerî ya Îranê ji aliyê Amerîka û 3 dewletên Awrûpa de hatiye îstîsmarkirin. Di hevdîtina li Viyanayê de di hevdîtina dawiyê de, peyama hevkariyê hatibû dayîn.
Tevî biryara hevkariyê jî Amerîka û her sê welatên Awrûpayê biryarê îstîsmar kirin û li dijî Îranê biryarê dan. Ajans li dijî Îranê weke alavekî bikartînin. Biryara ajansê dikin biryarên siyasî.”
Ajans di 3 tesîsên nukleerî yên Îranê de perçeyên Ûranyûmê tesbît kiribûn ku agahiya wan nedabûn ajansê. Li ser babetê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 8 ê hezîranê de li dijî Îranê biryarê dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin