Lavrov bo agirbesta Qerebaxê: Berjewendiyên Îranê nehatin pasguhkirin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li ser rêkeftina çareseriyê ya piştî şerê Qerebaxê ji medya Îranê re ragihand ku berjwendiyên Îranê nehatine paşguhkirin.
Beşek ji herêma Qerebaxê ya şerê Azerbaycan û Ermenistanê lê rû da dikeve ser sînorên Îranê û dema şer Îranê li herêmê hêzên xwe zêde kiribûn.
Lavrov li ser mijarê ji medya îranî re gotiye, formata agirbestê li ser daxwaza herdu aliyên şer hatiye pêkanîn û diyar kir, “Daxuyaniya agirbestê hersê aliyan (Rusya, Ermenistan, Azerbaycan) îmze kir. Lê ne mimkune bêyî şêwra Îran û Tirkiyê ev pêk hatibe.”
Lavrov helwesta Rûsyayê bo herêma Qerebaxê jî wekî rewşa Sûriyê nirxand û formata Astanayê ya navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê bo Sûriyê bibîr xist.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin