Wezîrê Derve yê Îranê û Sêrokê Hizbullahê agirbesta Xezeyê gotûbêj kirin

23 November 2023 18:21 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Îranê û Sêrokê Hizbullahê agirbesta Xezeyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îrnanê Huseyîn Emîr Ebdullahyan bi serdanekê gihîşt Lubnanê û bi Serokê Hizbullahê Hesen Nesrellah re hevdîtinek pêk anî.

Hizbullaha Lubnanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, di civîna ku li Beyrûdê di navbera Nesrellah û Ebrdullahyan de hatiye kirin de, geşedanên herêmî yên li Filîstîn û Lubnanê,  rawestandina êrîşên Îsraîlê û agirbesta Xezeyê pevguhertina dîlan hatine gotûbêjkirin.

Li aliyê din Ebdullahyan ji medya Lubnanê re li ser agirbesta ku Hemas-Îsraîlê ya sibe dikeve meriyetê ragihand ku heke agirbest bi ser nekeve dê şerê Xezeyê li herêmê belav bibe.

Ebdullahyan got, “Agirbest sibe dest pê bike û rdewam neke..şert û mercên herêmê nabin weke berê û dê şer berfireh bibe.”