Pûtîn, Pasînyan û Aliyev ji bo pêkanîna agirbesta Qerebaxê dicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Înê li bajarê Soçî yê Rûsyayê civîneke sêalî di navbera Rûsya, Azerbeycan û Ermenistanê de li dar dikeve û wê bicihanîna agirbestê li herêma Qerebaxê were gotûbêjkirin.
Li gorî zanyariyên medya rûsî, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan îro li Soçiyê dicivin û piştî şerê Qerebaxê cara duyem e li ser heman masê her ê sêrok têne bav he.
Malpera Rûsya Today diyar kiriye ku tê çaverêkirin her sê alî mijara pêkanîna lihevkirinên li ser agirbestê li herêma Qerebaxê ku her sê welat rêkeftibûn gotûbêjan bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, biryara vê civîna sêalî ya bi navbeynkariya Rûsyayê piştî şer û aloziyên hnefteya borî li ser sînorên Azerbaycan-Ermenistanê hatiye dayîn ku ji her du aliyan gelek leşker hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin