Aliyev û Pasînyan, dê li Brukselê bicivin!
PeyamaKurd- Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel dê di rojên pêş de li paytexta Belçîkayê Brukselê bicivin.
Di daxuyaniya ku li ser vê hevdîtinê hat dayîn de hat gotin ku dan û stendinên li ser peymana aştiyê ya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de berdewam dikin.
Li gorî agahiyên hatin dayîn, hat diyarkirin ku di Konseya Ewropayê de Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel dê 14ê Gulanê li Brukselê bicivin.
Her wiha hat diyarkirin ku di çarçoveya Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê ya ku dê di 1ê Hezîranê de li paytexta Moldovayê Chişinau bê lidarxistin, Aliyev û Paşînyan dê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re jî bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin