Serokên herdu welatan, dê li Brukselê bicivin
PeyamaKurd- Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel ragihand ku serokên Azerbeycan û Ermenîstanê dê dawiya cotmehê li Brukselê bicivin.
Charles Michel, di bergeha lûtkeya nefermî ya rêberên Yekîtiya Ewropayê de ku li Granadaya paytexta Spanyayê hat lidarxistin daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dê li Brukselê bicivin.
Michel diyar kir wan beriya niha herdu rêberan vexwendibû Brukselê da ku li hev bicivin û ji herdu aliyan jî bersiva êrênî ji bo vexwendinê hatiye dayîn.
Her wiha hat diyarkirin ku civîna navborî ya ku dê dawiya mehê bê kirin, dê sêalî be ango dê rayedarên Yekîtiya Ewropayê jî tevlî civînê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin