Pasînyan, Pûtîn û Alîyev li Soçiyê dicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Soçiyê bicivin.
Li gorî daxuyaniya Paşînyan ya li parlamentoya welatê xwe, ew dê 31ê Cotmeh3e li bajarê Soçî yê Rûsyayê ligel Pûtîn û Alîyev civîneke sêqolî li dar bixe.
Herwiha Paşînyan aniye ziman ku ew hêvî dikin heta dawiya salê bi Azerbaycanê re peymana aştiyê îmze bikin û gotiye, ew niha ji bo proseya diyarkirina sînorên Ermenistan-Azerbaycanê heta girêdana peymanê xebatên xwe didomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin