Blînken bi Alîyev û Pasînyan re pênwendiya asitiyê daniye

28 November 2023 14:51 0 dîtin
Blînken bi Alîyev û Pasînyan re pênwendiya asitiyê daniye

PeyamaKurd -  Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blînken bi Serokkomarê Azerbeycanê Ilham Alîyev û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re pêwendiya telefonî daniye û bi herdû aliyan re muzakereya aştiyeke mayînde kiriye. 

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerikayê ve hatiye ragihandin de wiha hat gotin:

Di pêwendiya bi telefonê ya bi Ilham Alîyev re hatiye kirin de, Aliyev li ser "Pêkhatina aştiyeke mayînde" kêfxweşî û razîbûna xwe ragihandiye û balê kişandiye ku şer û pevçûn zirarên mezin didin herdû alîyan jî.

Blînken jî balê kişandiye li ser girîngiya aştiya navbera herdû aliyan û bi Paşînyan re jî bi telefonê axifiye. 

Di wê hevdîtinê de jî, aliyan pêşhatina aştiyê girîng nirxandine.