Blînken: Girîng e HSD rola xwe ya niha bidomîne
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkay Antony Blinken, beriya civîna wezîrên derve ya li Eqebe ya Urdinê di civîneke rojnamevanî de li ser geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn û Sûriyê daxuyanî dan.
Blînken, li ser pirs rojnamevanan got ku li Sûriyê pêwendiyên Amerîkayê yên rasterast bi HTŞ û komên din re hene û diyar kir, ew dê ji bo avadanî û asayîbûna rewşa Sûriyê digel Neteweyên Yekbûyî û welatên din bixebitin daku pêdiviyên acîl bêne dabînin.
Herwiha Blinken ji bo hevkariya Amerîkayê ya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî got, “Wekî ku bi hevpîşeyên xwe yên Tirkiyê re û yên din re axivî me, berdewama rola HSDê ji bo niha girîng e. Çimkî em di rewşeke ku DAIŞ ji proseya veguhêz sûdê bistîne û xwe ji nû ve zindî bike de ne.”
Blinken da zanîn ku mebesta wan bi hevkariya ligel HSDê jî kontrolkirina DAIŞê û tunekirina wê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin