Ji Blînken daxuyaniyên girîng: Were ber derî em jê re amade ne!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, beriya civîna NATOyê ya wezîrên derve ku li Brukselê li ser şer û krîza Ûkrayna-Rûsyayê tê lidarxistin, daxuyanîyên girîng dan.
Blinken destnîşan kir ku “NATO hevpeymaneke xweparastinê ye. Em şer naxwazin, lê şer were ber derî em amade ne. Em ê her santîma erdên NATOyên biparêzin.”
Wezîrê Amerîkayê da zanîn ku piştî êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê yekîtiyeke bilez di nav NATOyê de çêbûye û ew niha jî li ser dahatûya hepeymana NATOyê amadekariyan dikin.
Blinken li ser êrîşa santrala nukleerî ya li Ûkraynayê jî diyar kir ku ev tê wateya xedarbûna şer û ew careke din girîngiya vekişîna hemû leşkerên rûsî û bi rêya beşdarbûna dîplomasiyê dawîkirina şer destnîşan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin