Kremlîn: Rola Tirkiyeyê ya pêvajoyê, gelek girîng e

08 August 2022 16:59 0 dîtin
Kremlîn: Rola Tirkiyeyê ya pêvajoyê, gelek girîng e

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, di derbarê lihevkirina veguhestina zadê Ukraynayê de daxuyaniyek da. Peskov bi rêya daxuyaniyê bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya li ser lihevkirinê û da zanîn ku rola rayedarên Tirkiyeyê, di vî warî de gelek girîng e.

Dimitriy Peskov di nirxandinên li ser rojeva veguhestina zadê Ukraynayê de got,

“Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, ji bo ku li Stenbolê hevdîtin bên kirin û ji bo ku di navbera şandên Rusya û Ukraynayê de mercên guncav ên hevdîtinê bên bicihkirin, roleke mezin lîst. Serokomar Erdogan, ji bo destpêkirina vê pêvajoyê, gelek hewil da.”

Berdevkê Kremlînê, bal kişand ser hevdîtinên niha yên navbera şandên Rusya û Ukraynayê û wiha got,

“Tirkiye ji bo destpêkirina vê pêvajoyê gelek hewil da lê belê niha his û deng ji şanda Ukraynayê nayê. Niha tu hevdîtinek nayê kirin.”