Serok Barzanî bi hunermendên Kurdistanê re civiya: Rola hunermendan ji ya siyasiyan gelekî zêdetir e!
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Hezîrana 2023yan li Selahedîn pêşwazî li hejmarek hunermendên Kurdistanê kir.
Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtina ligel hejmarek hunermendên Kurdistanê de, Serok Barzanî pêzanîna xwe li hember rola hunermendên Kurdistanê di dîrok, geşeya çandî û hişyariya gelê Kurdistanê de anî ziman û piştevaniya xwe ji bo daxwazên hunermendan nîşan da.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî rola hunermendên Kurdistanê di dîrok, geşeya çandê û hişyariya gelê Kurdistanê de bilind nirxand, bi taybetî di nasandina doza gelê Kurdistanê de.
Serok Mesûd Barzanî tekez kir, rola ku hunermendek ji bo nasandina gelê xwe dilîze, dikare gelek ji rol û bandora siyasiyan di nasandina doza gelê Kurdistanê de zêdetir be, di vê çarçoveyê de wek pêwîst zanî ku hunermendên Kurdistanê hunera xwe di xizmeta doz û mafên rewa yên gelê Kurdistanê û kûrbûna xoşewîstiya niştiman û pêkvejiyan û mirovdostî de reng bide.
Serok Barzanî tevî nîşandana hevsoziya xwe ji bo kêşe û daxwazên hunermendên Kurdistanê, piştevaniya xwe ji bo daxwazên hunermendan nîşan da û hêvî xwest ku hunermend bikarin bi asûdeyî û bêyî girift xizmeta pêşxistina ferheng û hunera Kurdistanê bikin.
Herwiha di hevdîtinê de hunermendan ji aliyê xwe ve fikr û raman û pêşniyarên xwe li ser kêşe û giriftên hunermendan û daxwazên wan ji bo Serok Barzanî behs kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin