Wezîrên Derve yên Îmarat û Îranê berjewendiyên dualî gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî Ebdullah bin Zayid El Nehyan û Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emir Ebdullahyan di pêwendiyeke telefonî de, mijarên herêmî û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.
Ajansa fermî ya Îmaratê WAMê ragihandiye ku di pêwendiya telefonî de, Zayid û Ebdullahyan pêşxistina derfetên dualî û bejerwendiyên hevbeş ên derbarê îstiqrara herêmê de gotûbêj kirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku herdu wezîran ji bilî mijarên bi herdu welatan re pêwendîdar derbarê babetên navnetewî de jî danûstandina bîr û ramanê kirin.
Zayid gotiye, ew girîngiyê didin pêşxistin û bihêzkirina pêwendiyên ligel cîranên xwe ku piştî demeke dirêj Îran û Îmarat nêzîkî hev dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin