Wezîrên karên derve yên cîranên Derya Hazarê civiyan
PeyamaKurd – Wezîrên karên derve yên dewletên cîranên Derya Hazarê ne, li payîtexta Turkmenistanê li Aşkabatê civiyan. Berya zîrwa serokan ya 6 em ya serokên dewletên cîranên Hazarê, civîna wezîrên karên derve çêbû.
Civîn li avahiya wezareta karên derve ya Turkmenistanê çêbû û xwediyê malê wezîrê karên derve yê Turkmenistanê Raşid Meredov bû. Di civînê de wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan yê Kazakistanê Muxtar Tleûberdî û cîgirê wezîrê karên derve yê Azerbeycanê Xelef Xelefov hebûn.
Beşdarvan li ser ewlehî, gihandin, bazirganî, enerjî û fînansê yên herêma Hazarê danûstendinan kirin. Wezîrê karên derve yê Turkmenistanê Meredov behsa girîngiya xwurtkirina hevkariya navdewletî ya Hazarê kir û got ku Hazar girîngiyekê wê yê di seha gihandin, transît û lojîstîkê de heye û weka navendekiye.
Piştî civînê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo çapemeniyê ragihand ku xalên di peymanê ya Statuya Derya Hazarê de girîngin û endamên peymanê girêdayê peymanê ne.
Peymana Statuya Hazarê di sala 2018 an de bi tevlîbûna serokên dewletên cîranên Derya Hazarê, di civîna 5 em de hatibû îmzekirin û her dewlet peymanê di parlementoyên xwe de jî qebûl kiribûn lê Îranê heya niha di parlementoyê de qebûl nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin