Wezîrên karên derve yên Îmarat û Îranê axifîn

10 April 2022 00:22 0 dîtin
Wezîrên karên derve yên Îmarat û Îranê axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îmaratan Şêx Abdûllah Bin Zayed Al Nahyan û wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan bi telefonê axifîn. Ajansa Îmaratan ya fermî WAM ragihand ku di axaftinê de li ser pêşdebirina rêyên têkiliyên duqolî û berjewendiyên hevpar axifîne.

Ajansa fermî ya Îranê IRNA jî ragihand ku Abdullahiyan bi hemkarê xwe re ji bo pêşdebirina têkiliyan axifiye. Her weha Abdullahiyan ragihandiye ku ji bo têkilî pêşde herin divê komîteyên hevpar bên avakirin.