Lavrov: Ûkrayna li Sûriyeyê bi koordîneya Amerîkayê terorîstan perwerde dike

04 October 2024 13:07 0 dîtin
Lavrov: Ûkrayna li Sûriyeyê bi koordîneya Amerîkayê terorîstan perwerde dike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di gotarekê de ku li ser malpera Wezareta Derve ya Rûsyayê hatiye belavkirin, ragihand ku hikûmeta Kîevê bi hemahengiya tevî Amerîkayê, çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam, rêxistina terorîst a navdewletî li Sûriyeyê perwerde kirine ku li Rûsyayê di lîsteya rêxistinên qedexekirî de ye.

Lavrov got: “Rejîma Vladimir Zelenskî hevaheng  bi Amerîkiyan re terorîstên Heyet Tehrîr el-Şam li Sûriyê perwerde dike û teknolojiyên nû yên hilberîna balafirên bêmirov ji bo operasyonên şer li dijî hêzên Rûsî yên li Sûriyeym bi kar tîne.”

Lavrov diyar kir ku êrîşên koalîsyona navteweyî ya welatên Rojavayî li Sûriyeyê didomin û got, “Ev yek teşwîq dike ku rejîma Kîevê li herêmên Rûsyayê yên ku sivîl û binesaziya sivîl lê tên hedefgirtin, bi piştgiriya rasterast a welatên Rojavayî çalakiyên terorê yên bi vî rengî pêk bîne.”

Di 14ê Îlonê de rojnameya tirkî Aydınlıkê îdia kiribû ku dîmenên hevdîtinên li Sûriyeyê yên di navbera Ûkrayniyan û endamên Heyet Tahrîr el-Şamê hene ku yek e ji wan rêxistinên li Rûsyayê qedexe. Rojnameyê wêneyek belav kir ku tê de du zilam hen, yekî tîşortek bi amblema trîdan li ser milê wî û yê din cilê leşkerî yê gewr-şîn li xwe kiriye. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku dîmen li Îdlîbê hatine kişandin û yên meha Hezîrana îsal (2024) in.

Di 12yê Îlonê de, Lavrov, di civînekê de ya bi serokên nûnertiyên dîplomatîk re li ser pirsa Ûkraynayê, got ku şandeyên îstixbarata Ûkraynayê bi awayekî aktîf çekdarên îslamî kom dikin da ku operasyonên terorîstî li Sûriye û Afrîkayê pêk bînin. Wî bal kişand ser wê yekê ku serwîsên taybet ên Ûkraynayê çekdarên radîkal tev li wê plana xwe dikin û wan perwerde dikin da ku êrîşa terorîstî bibin ser avahiya şaredariya Crocusê.